12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
BITLÎS
Hat ragihandin ku qedexeya derketina derva ya ser 4 gund û mezrayên Bitlîsê hat rakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyarkirin ku qedexeya derketina derva ya ser gundê Aşagiolek, Yukariolek, Yukaribacilar û Aşagibacilarê tevî mezrayên ser van gundan hat rakirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gor Qanûna Îdareya Bajêr a ku Hejmara wê 5442 ye û li gor benda 11/Cyê qedexeya derketina derva ya di 12ê Nîsanê de saet 00.00an de hatibû destpêkirin dîsa heman roj saet 18.00an de hat rakirin.