Abdullah Tel
26 Îlon 2020•Rojanekirin: 27 Îlon 2020
Li Qersa ji hêla mêrg û çêreyên xwe va dewlemend e dewar tên xwedîkirin û dema çêlekên doşanî ji çêreyê tên dîmenên gelekî xweş derdikevin holê.
Li gundê Akçakaleya ser navçeya Arpaçayê gavanan danê sibehê çêlekên doşanî birin çêrê û ber bi êvarê jî ji bo bên dotinê tînin gund.
Di dema gavan naxirê didin pêşiya xwe û vedigerin da di nav toz û dûmanê da dîmenên xweş derdikevin holê .
Ji şêniyên gund Mehmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew serê sibehê zû çêlekan ji tewlê derdixin û teslîmî gavan dikin û dişînin mêrgan.
Aydin ragihand ku dema naxir ji çêreyê vedigere û tê dîmenên xweş derdikevin holê.