Sidar Can Eren
11 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2024
Li Tunceliyê koçerên ku serdema zozanan qedandin, ji bo bigihêjin gundên xwe bi kîlomteroyan rêyê dimeşin, li dijî êrîşên ajelên hov ên kovî têkoşanê didin.
Zozanên xwedî 3 hezar raqim ên li navçeyên Ovacix û Pilûmorê, her sal mazûvaniya hejmarek gelek koçerên ji Çemîşgezek, Xozat û Pertekê dikin.
Koçerên ku meha hezîranê derdikevin zozanan, nêzîkî 4 mehan keriyên xwe li çiyayên çêreya wan bi bereket e û çavkaniyên avê zêde ne diçêrînin. Koçerên ku hewl didin ajelên wan goşt bigirin, rojê 2 caran jî pezên xwe didoşin û ji şîr penêr çêdikin.
Bi hatina sermayê ra û kêmbûna çêreyê ji ber demsalê koçeran dest bi dagerê kir. Koçerên ku bi qefle-qefle ji zozanan dadikevin, bi piştevaniya şivanên xwe, keriyên xwe yên pez bi rêwîtiyeke dijwar, ji qadên çiyayî û daristanan ra derbas dikin. Koçerên ku bi piranî li çolwarên Ovacixê bêhna xwe vedidin, bi xetereya êrîşa hirç û guran ra rûbirû dimînin.
Koçerên ku bi kûçikên xwe yên qengal ajelên xwe diparêzin, bi şevan jî tevgera pezên xwe bi "mîha pezbendê" ya ku bi werîs bi xwe va girê didin, kontrol dikin.
Koçerên ku digel hemî dijwariyan rêwitiya xwe didomînin, piştî 15-20 rojan digihêjin cihê ku zivistanê lê biminînin.
Ji koçeran Yunus Elîtaş ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew li gundê Çukurcaya girêdayî Pertekê heywandariyê dike.
Recaî Daş jî anî ziman ku serê havînê pezên xwe dibin Zozanên Çêreya Ferhadê.
Evliya Koçaslan jî destnîşan kir ku tevî hemî dijwariyan aliyên baş ên heywandariyê hene û got, "Bi piranî dagêr di meha cotmehê da dest pê dike. Di pêvajoya vegerê da gur û hirç êrîşî pêz dikin. Em nava rojê pezên xwe didin mexel, bi şev dema ku hatûçûna wesayitan ne qerebalix e, em pêz diajon."