Li Mûşê kamyonek û 2 wesayîtên ku ji bo rê qîr bikin tên xebitandin, ji hêla kesên ku nasnameya wan nediyar ve hatin şewitandin.
Li gor agahiyan kamyonek û 2 wesayîtên ku ji bo rêbeja Mûş û Diyarbekirê qîr bikin tên xebitandin, li nêzîkî Zanîngeha Mûş Alparslanê hatin şewitandin.
Tîmên agirkujê yên Şaredariya Mûşê agir vemirandin.
Di wesayîtan de xisar çêbû û hêzên ewlekariyê li herêmê xebatan da destpêkirin.