ANKARA - SEVAL OCAK ADIYAMAN
Li gor daneyên TUVTURKê di 6 mehên ewil ên salê de wesayîtên ku ketin kontrolê, ji sedî 32,8 ji ber ku "pir bi qisûr û bê ewle" bûn, di muayeneyê de man. Ji sedî 64,9 jî "bi kêmqisûrî" ji muayeneyê derbas bûn. Ji sedî 2,2 jî "bê qisûr" ji muayeneyê derbas bûn. Di 6 mehên ewil ên îsal de 3,4 milyon wesayît hatin muayenekirin û pîvana emisyona xaza egzozê jî di 1,1 milyon wesayîdê de hat kirin. Bi tevahî hejmara wesayîtên ku hatin muayenekirin gihişte 5,8 milyonî.
Daneyên wesayîtên ku di kontrola ewil de ji muayeneyê derbas nabin sal bi sal kêm dibe. Lewra di 2009an de ji sedî 42 bû, di 2011an de 36,6 bû û di 2012an de jî daket 34,8an. Li gor van daneyan 3 salên dawî tê dîtin ku her diçe rewşa wesayîtan baştir dibe û bi hêsanî ji kontrolê derbas dibin.
Wesaît li gor salên berê dîsa herî zêde ji ber pergala firênê di kontrolê de derbas nebûn. Ji her 5 wesayîtan di yekê wê de pirsgirêka pergala firênê derket holê. Piştî vê qisûrê wesayît herî zêde ji ber pirsgirêkên ronîkirin û tevgera wesayîtê, ji kontrolê nikaribûn derbas bibin.
Araçların muayeneyi geçememe nedenlerinin başında fren sistemine bağlı kusurlar yer aldı. Her 5 araçtan birinde fren kusuru tespit edildi. Diğer muayeneden geçememe nedenleri, sırasıyla aydınlatma ve hareketli aksamlardaki sorunlar olarak belirlenirken, muayeneden geçemeyen araçların yüzde 98’i ikinci haklarında kusurlarını gidererek muayeneden geçebildi. Dolayısıyla trafikte ağır kusurları nedeniyle tehlike yaratan, aslında trafikte olmaması gereken 1 milyondan fazla aracın muayene sonrasında durumlarını iyileştirdikleri görüldü.
Qontrola wesaîtan li gor qanûnan mecbûrî ye, lê li gor vê mecbûriyetê wesayîtên ku nehatin kontrolê ji sedî 20 in.