03 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ŞANLIURFA
Mehmet Bagatemurê bi salan li Rihayê koçerî kir piştî zarokên wî dest bi xwendinê kirin li navçeya Karakopruyê bi cih bû û piştî demekê ji bo gelek deverên navçeyê destûra îmarê hat dayîn û niha ew heymanên xwe di nav sîte û avahiyên bilind ên gelek luks da diçêrîne.
Bagatemur ewladê malbateke koçer e û Xwedê ew di kon da daye û çawa berefehmî xwe bûye dîtiye ku malbata wî ji bo xwedîkirina heywanên xwe û peydakirina çêreya baş sal û donzdeh mehên Xwedê koçeriyê dikin.
Heta demekê ew jî wek bav û kalên xwe koçeriyê dike lê Bagatemurê niha 39 salî ye 5 sal berê ji ber zarokên wî dest bi xwendinê dikin û ew jî dev ji jiyana koçeriyê berdide, tê li Taxa Mehmetçikê ya wê demê hê jî gund bû da bi cih dibe, li wir xanî ava dike û ji bo heywanên xwe jî gomê çêdike.
Her çiqas dev ji koçeriyê berdabe jî bi piştgiriya xanima xwe heywandariyê didomîne û debara mala xwe bi wî awayî dike. Lê dema ew li wir bi cih dibe bajar ewqas mezin nîne, lê her ku diçe navçe mezin dibe, gundê wan dibe tax û ji bo îmarê destûr tê dayîn. Hêdê hêdî avahiyên luks û bilind li taxê tên çêkirin lê Bagatemur dev ji karê xwe bernade û di nav wan avahiyan da bi şev û roj 200 pezê xwe li mêrg û mereyên derdorê diçêrîne.
"Milet ecêbmayî li min dinihêre"
Bagatemurê pezê xwe bi roj diçêrîne û berê êvarê jî dibe dixe gomê, diyar kir ku ji roja hat dinê heta niha bi heywandariyê ra eleqedar e û ji bilî vî karekî din ji dest nayê û wiha pê da çû: "Zor û zehmetî gelek bin jî ez dev ji heywandariyê bernadim. Ez di nav avahiyên bilind da şivaniyê dikim milet ecêbmayî li min dinihêre. Heywandarî karekî zehmet e, ceh û ka biha ye û ji ber vê jî em nikarin hertim wan bikirin û lazim e em pezê xwe biçêrînin. Bi rastî kara wê jî pir jî zêde nîne lê ji niha bi şûn va ez nikarim karekî din bikim. Ez ji karê xwe pir hez dikim."