30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
HATAY (AA) - Hejmara birîndarên ku ji rojhilatê Helebê ya ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed û komên terorîst ên biyanî yên nêzî rejimê ye hatine tehliyekirin û li Hatayê tên dermankirin derket 303yan.
Li gor agahiyên Midûriyeta Giştî ya Enformasyon, Çap û Weşanê ya Serokwezîriyê (BYEGM) kesên birîndar ji Helebê dibin Îdlibê û yên ku rewşa wan giran e jî sewqî Tirkiyeyê dikin.
Piştî destpêkirina tehliyeyan, hejmara kesên birîndar yên ambulansên li Deriyê Sînor ê Cilvegozuyê tên tehliyekirin derket 303yan.
Hat diyarkirin ku ji kesên tên dermankirin 41 kes mirin, 104 kes sewqî nexweşxaneyên derveyê hatin kirin û 43 kes jî hatin tabûrcîkirin.
Hat destnîşankirin ku 132 birîndar ji 18 salî biçûktir in.