Celal Gulşenê xwedî kargeheke solane ji bo ku bêtir bala muşteriyên xwe bikşîne, soleke 120 numareyî bi hosteyekî îranî da çêkirin.
Malzemeyên ku di çêkirina vî solê de hatin bikaranîn ve 10 cot sol dikarin bên çêkirin. Dirêjahiya vê solê qasî bejna zarokên biçûk e.
Gulşen ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li Tirkiyeyê berê soleke 60 numare hatiye çêkirin. Lê wî xwestiye ku ji wê solê du qat mezintir solekê bide çêkirin.
Gulşen wiha axivî: "Rojê herî kêm 100 kes wêneyê vê solê dikşîne. Ji bo min bû reklameke baş. Min bala mirovan kişand. Ez pir kêfxweş im. Lewra bi eleqeya vê solê muşteriyên min zêde bûn. Hin kes dixwazin vê solê bistînin, lê ez tu carî naxwazim bifroşim."