Bestami Bodruk,Aydın Arik
14 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Sultan Kosenê li Mêrdînê dijî û bi qama xwe ya 2 mêtro û 51 santîm "zilamê herî dirêj yê dinyayê" ye, ji bo Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê li Alîbeya gundê Dêrika navçeya Mêrdînê raya xwe da.
Sultan Kosenê ku li gundê Dedeyê disekine û ji xeynî bejna xwe bi destên xwe yên 27,5 santîmetre û piyên xwe yên 36,5 santîmetreyî di 2009an da ketiye Pirtûka Rekoran ya Guînnessê, ji ber ku nikare bimeşe bi romorka traktorê hat Dibistana Seretayî ya Gundê Alîbeyê û di sandoqa bi jimara 1010an da raya xwe da.
Piştî ku raya xwe da Sultan Kosen diyar kir ku Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê ji bo welêt li ser xêrê be.