23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
BEXDA
Li bexçeyê heywanan a li Bexdaya paytextê Iraqê "şêrê sipî" yê li dinyayê zêde nayên dîtin çêbû.
Li Parka Zewrayê ya li Bexdayê qederê 10 meh berê şêrê sipî yê li dinyayê hejmara wan kêm e çêbû. Li gor agahiyan li dinyayê tenê 30 şêrên wiha hene.
Dr. Adil Mûsayê beytar û Midûrê Bexçeyê Heywanan a Bexdayê der barê şêrê sipî da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Mûsa diyar kir li dinyayê şêrên wiha zede tunene û wiha got: "Li dinyayê cisnê wan li ber tunebûnê ye. Emrê wan 10-14 sal in."
Dr. Adil Mûsa diyar kir bi mutasyonê şêrên wiha nadir çêdibin û wiha got: "10 meh ewil şêrek teliqî û jê du têjik çêbûn. Yê nêr sipî ye û ya mê jî di rengê maka xwe da ye."
Mûsa destnîşan kir li bexçeyên heywanan ên li dinyayê bi tevahî 30 şêrên wiha hene û got bi taybetî tê xwedîkirin û em ê di demeke nêzik da nîşanî welatiyan bidin.
Dr. Adil Mûsa diyar kir şêrên wiha cara ewil di sala 1928an hatine dîtin.
Leyth Tewfiqê li bexçeyê heywanan şêran xwedî dike destnîşan kir cara ewil li vir şêrê wiha çêbûye û got rojê 5-6 kîlo goşt dixwe.
Tê diyarkirin heywanên pirçsipî bi gelemperî li ciyên sar tên dîtin, lê şêrên sipî li Afrîkaya Başûr dijîn.