23 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê bayê çêbibe û baraneke gur wê bibare.
Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê daxuyand ku li herêmê hewayê pir ewrayî be û baraneke gur wê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê di navbera 2 û 4 pileyan de kêm bibe, bi lerza di navbera 40 û 60 kîlomêtroyî de bayê çêbibê.
Ji ber ku tê texmînkirin li der û dora Erzirom û Erzinganê de ba û baranê çêbibe rayedaran hişyarî dan ku bila welatî li hember ba, baran, lehî, hezaz, zipîk, jehrîketina sobeyê û xaza siruştî, di çûyîn û hatinê de zehmetî, welgerîna dar û dîregan de baldar bin û tevdîra xwe bibînin.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Îdîrê 14 pile, li Erzinganê 9 pile, li Erzirom û Erdexanê 8 pile, li Qers û Agiriyê 7 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde a bi roj jî wê li Îdîrê 25 pile, li Agirî û Erzinganê 17 pile, li Qersê 16 pile, li Erdexanê 15 pile û li Erziromê jî 14 pile be.