02 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Sûra navçeya Diyarbekir ya ku di encama êrîşên mensûbên PKKya rêxistina terorê de xisar dît bi ziyareta Serokwezîr Ahmet Davutoglu geştir bû.
Gel û esnafê Sûrê ji ber çalên ku mensûbên rêxistina terorê kolan, bergiriyên ku hatin danîn û teqemeniyên bidestçêkirî rojên dijwar derbas kirin bi ziyareta Serokwezîr Davutoglu moral dîtin.
Di encama êrîşên terorê de bi taybetî Kolana Gaziyê sakin bibû. Gelek mirov ji bo ku danûsitandinê bikin û mekanên dîrokî bibînin Kolana Gaziyê ziyaret kirin û Kolana Gaziyê geş bû.
-Welatiyan kêfxweşiya xwe ya ji ber ziyareta Serokwezîr Davutoglu anîn ziman
Piştî operasyona hêzên ewlehiyê ya ser rêxistina terorê li Sûrê atmosfera aramî û ewlehiyê hat pêkanîn. Esnafên li Sûrê û welatî qala kêfxweşiya xwe ya ji ber ziyareta Davutoglu kirin.
Ji welatiya Ahmed Mahsum Melîkoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got piştî ku Davutoglu hat û çû navçeya Sûrê dîsa wekî berê geş û qerebalix bû.
- 'Serokwezîrê me çi bibêje tê cî'
Esnaf Çetîn Kizilkaya jî got ku "Hikûmeta me û Serokwezîrê me çi dibêje tê cî. Ew sozên ku didin me bi cî tên û ev yek jî me kêfxweş dike. Mirov girîngî didin Sûrê. Bi taybetî hin mirov şûna navendên danûsitandinê tên vir û ji vir tiştan distînin. Dibêjin ku 'Heke Sûr nebe ez Diyarbekirê çi bikim, heke ez li Sûrê danûsitandinê nekim tu tama vir tune.'"