Sevim Hatun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
HATAY
Ahmet Tahayê 4 salî yê ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de kerr bû, li Tirkiyeyê bi alîkariya xêrxwazekî cîhaza bihîstinê temîn kir.
Komeleya Zarokên bi Guhên Biyonîk û xêrxwaz piştî nûçeya ku Ajansa Anadoluyê li ser Ahmet Taha nivîsîbû, dest bi xebatan kirin, xwe gihandin malbata Taha ya li Reyhanliyê rûdinê.
Komeleyê guhberka biyonîk û pîlên wê yên ji Edene û Ispartayê şandin radestî malbatê kirin.
Talal Alkashakê bavê Taha ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji bo alîkariya dan zarokê wan kêfxweş in.
Alkashak, "Êdî guhê biyometrîk yê Ahmed heye, dibihîze. Em spasiya hemî kesên ku alîkarî dan dikin. JI bo em li Tirkiyeyê ne kêfxweş in."
Ahmed Taha li herêma El-Waara Himsê di encama êrişa rejimê de kerr û lal bûbû.