05 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
VAN
Li Çaldiranê zivistanê zarok di demên xwe yên vala da bi bîdonan derdikevin gir û palan û xwe dişiqitînin.
Li Çîliya goma Yucelenê zarok bîdonan hildidin, derdikevên ser gir û palan û ji wê derê xwe dişiqitînin.
Hin caran mezin jî bi zarokan ra xwe dişiqitînin û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Îlyas Baykarayê ku xwe dişiqitand daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema ku bi xizangê xwe dişiqitînin her tim jê dikevin û ji bo vê jî êdî bi bîdonan xwe dişiqitînin.
Baykara got ku dema xwe dişiqitînin zehf kêfxweş dibin û wiha axivî: "Di nav hefteyê da piştî mektebê di dawiya hefteyê da jî piştî çêkirina sipartêkên xwe em direvin û tên vê derê. Kêfa vê derê zehf xweş e û em dev jê bernadin. Hin caran mezinên me jî bi me ra tên vê derê. Bi me ra xwe dişiqitînin û wêneyan dikişînin."
Nîhat Baykarayê 40 salî yê ku ji bo ziyareta eqrebeyên xwe ji Stenbolê hatibû jî got ku xweşiqitandina bi zarokan ra zehf xweş e.