Elif Orhan
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 01 Hezîran 2019
"Gravyer" a ku ji şîrê çêlekên cisnên Zavotê yên ku li Bogatepeya gundê Qersê tên xwedîkirin bi kedeke mezin tê çêkirin di remezanê da jî tehmê dide sifreyan.
Li Qersa ku li Tirkiyeyê di hilberîna penêr da xwedî cihekî girîng e welatî danê sibehê zû radibin û heywanên xwe dibin zozanên bilindahiya wan 2400-2800 mêtro ye û wir berî çêrê didin û bi şîrê tebiî yê wan çêlekan jî gravyerê çêdikin.
Hilberîner pêşî şîrê ku ji çêlekên cisnên Zavotê yên ku li gundê Bogatepeya li ser navendê tên xwedîkirin û li zozanan diçêrin hatiye sitandin tînin mandirayê.
Li vir ji bo şîr çend miamele tên kirin û paşê dixin sîtilan û dikelînin heta diqete. Paşê haveyn dikin û piştî ku penêr girt îcar tê parzûnkirin û ji sîtilan tê derxistin û wan dixin nav kîsên ku li serê parzûnên tenik hene.
Bi vî awayî şûjiya penêr didarive û paşê penêr dixin nav qaliban. Di qaliban da jî giraniyê datînin ser û çend roj miameleya palandinê dewam dike û paşê jî ji bo ku vêsandinê dibin odeyeke hêniktir. Ji bo ku penêr tam çêbe demeke din wisa dihêlin.
Gravyer di remezanê da jî rastî eleqeyê tê û di serî da yên niştecihên herêmê sifreyên fitar û paşîvê dixemilîne.
- Ji sîtilên sifir ên 150 salî heta sifreyên fitarê
Hilberînerê penêrê gravyerê Çagdaş Koçulu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got gravyera ku di gulanê de di heyama ku kulîlk û çêre herî zêde ne da tê çêkirin xweştir e.
Koçulu got ku şîrê rojane yê teze berhev dikin û sibehan zû dest bi çêkirina gravyerê dikin û wiha axivî: "Me şîrê rojane yê teze anî û vala kir sîtilên sifir ên 150 salî û bi haveyna şîrdanê haveyn kir û paşê ji bo haveynê xwe bigire em li bendê man. Gravyer di sîtilên sifir da bi tahmtir e."
Koçulu qal kir ku şîr heta germahiyeke diyar heta ku bibe wekî liba birincê li hev dixin û wiha axivî:
"Me şîr haveyn kir û şîrê haveyngirtî birî, me wekî liba birincê qet kir û niha dihêlin ku tehma xwe bigire. Di vê pêvajoyê da şîrê haveynkirî tê lihevdan û ev kar du sê saetan dewam dike. Paşê em ê germ bikin û penîrê xwe bipêjin. Piştî pehtinê dê penîrê xwe ji sîtilên sifir vala kin nav qaliban û bidin bin presê. Piştî ku 24 saetan bin presê da ma em ê derxînin bixin nav hewza şoravê, depoya germ û depoya sar."
"Koçulu diyar kir gravyerên ku datînin odeyên hewaya germ her roj kontrol dikin û wiha axivî:
"Germahiya kezixandina gravyeran 28-32 pile rêjeya nemê divê ji sedî 80 be. Her roj penêrê li vir tê qulubandin û xwêya karê li ser tê reşandin û ji bo kezixandinê dihêlin. Di nav penêr da bakteriyên probiyotîk ên ji şîr tên hene, can tê van bakteriyan û penêr dixwin û di penêr da qul çêdibin. Qulên di gravyerê da çêdibin hêlînên bakteriyan e. Piştî ku mehek li wir derbas bû em dibin depoyên hewaya sar. Li wir jî di navbera 8 meh û salekê da tên kezixandin. Her roj tên wergerandin, tê xwêkirin, piştî salekê ji bo xwarinê amade ye."
Koçulu destnîşan kir girîng e ku di remezanê da gravyer bê xwarin û wiha axivî: "Piştî fitarê xwarina gravyerê hezmê hêsan dike, di paşîvê da jî mirov têr dihêle. Mirov seranserê rojê birçî nabe. Taybetmendiyeke wê jî ev e ku bakteriyên xirab ên di diranan da paqij dike û nahêle ku devê mirov da bêhna nexweş çêbe."