23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Yek ji birîndarên ku di teqîna li Balafirgeha Sabîha Gokçenê da birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.
Li gor agahiya ku hat hildan, Zehra Yamaça (30) rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Pendikê ya Zanîngeha Marmarayê, lê xilas nebû. Hat gotin ku tedawiya Canan Çelîk Burgucuyê (33) dewam dike.
Di saet 02.00yan da li Balafirgeha Sabîha Gokçenê teqîn çêbibû û wezîfedarên paqijiyê Zehra Yamaç û Canan Çelîk Burgucu rakiribûn nexweşxaneyê.