22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
VAN
Azad Demirhanê ku li Wanê îşportavaniyê dikir wek boksor transferê tîma Şaredariya Mezin a Bursayê bû. Armanca Demirhan niha ew e ku bibe şampiyon.
Azad Demirhan di sala 2008an de ji ber ku aboriya wan nebaş e li bazarê îşportavanî dikir. Rahênerê Boksê Ayhan Oz ew dît û wek boksor girte tîma boksê. Demirhan di demek kurt de gelek serkeftî bû û bal kişande li ser xwe.
Demirhan li Navenda Sporên Ferdî ya ku girêdayî Midûriyeta Bajêr a Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê perwerdeya boksê hilda û 4 kez bû şampiyonê Tirkiyeyê. Di du şampiyên Ewropayê de jî carekî bû duyemîn û carekî jî bû seyêmîn. Ji ber serkeftina wî gelek kluban xwest ku wî transferî kluba xwe bikin.
Demirhanê ku bi saya werzîşê jiyana wî guherî ransferê tîma Şaredariya Mezin a Bursayê bû niha ji bo Lîstikên Olîmpiyata Rîoyê ya 2016an amadehiyan dike.
- "Armanca min ew e ku ez bibim şampiyonê olimpiyatê"
Azad Demirhan ji nûçegihanê AAyê re got ku ew li ber xwe dikeve ku ew ê ji Wanê here bajarekî din û wiha axivî: "Ez ê êdî ji bo Wanê dernekevim pêşbirkan lê dilê minê her tim li Wanê be. Ez xemgînim ku ez ê ji mamosteyê xwe yê ku ez anîme van rojan veqetim. Heke ez li cem mamosteyê xwe bûma wê baştir bûbûya. Ji vê pê ve armanca min ew e ku ez bibim şampiyonê olimpiyatê. Ez ê ji bo vê bixebitim û nehêlim ku keda ku mamosteyê min ji bo min da here bade."
Rahêner Ayhan Oz de jî got ku 7 sal berê wî destê Demirhan girtiye ku ew bibe werzîşvan û wiha axivî: "Ew gelek bi ser ket. Berê jî hin werzîşvanên me transferê tîmên din bûn. Li vir zêde piştgiriyê nadin werzîşê û em ji ber vê xemgînin. Ciwanên me sporê hez dikin lê piştgirî hewce dike."