Haydar Şahin
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
MÛŞ
Li Bulanixa navçeya Mûşê dest bi gihaçinînê kirin û welatî ber destê sibê dedikevin rêya 4 kîlomêtreyan dikişîne, bi qebaletî ji bo heywanên xwe gihayê mêrg û çayîran diçinin.
Paleyên tirpanê yên li gundê Orenkentê ya 129 kîlomêtreyî li dûrî navendê ye ji bo heywanên xwe li mêrgan gihê diçinin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku lê heywandarî tê kirin welatî ji bo alifê zivistanê ji heywanên xwe ra bidin ser hev gihê diçinin û dema ku amûrên teknolojîk têrê nekin jî bi rê û rêgezên kevneşopî va karên xwe dimeşînin.
Veysî Gulê ji gundê Orenkentê yê ku tirpanê dikişîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal gihaçinîn rastî rojiyê hat, dema rojiyê digrin jî gihê diçinin.
- "Dema gihê diçinin klaman dibêjin"
Gul got ji ber ku erazî kort û holp e û zêde kevir lê hene nikarin bi traktorê bixebitin û wiha pê da çû:
"Gundiyên me digihêjin hevdu û bi hev ra tirpanê dikişînin. Em bi vî awayî aliyê hevdu dikin. Gihaçinîn bi kêfxweşî derbas dibe. Her tim klam tên gotin. Bêyî klam tirpan nayê kişandin. Dibê meriv kêfxweş be ku bikaribe tirpanê bikişîne. Em ji gund hetanî vê derê qasî 4 kîlomêtreyan dimeşin û tên vê derê. Em gihê diçinin û zivistanê didin heywanên xwe."
Ferzande Kiliç jî got ciyên bi traktorê neyên çinîn bi tirpanê diçinin û wiha pê da çû: "Em şebeqê di saet 06.30yî da tên mêrg û zeviyan û hetanî êvarê dixebitin paşê vedigerin gund. Em gihê ji heywanên xwe ra dixin alifê zivistanê. Di rojiyê da dema di binê tavê da dixebitin em tî dibin. Em mecbûr in ku bixebitin, lewra amadehiya zivistanê dikin. Spora me tirpan e. Em hetanî êvarê bi tirpanê sporê dikin."
Abdulmenaf Zengîn jî got îsal li herêmê şilî zehf barî û çêrê zêde bejn da, ji bo alifê heywanên xwe dixebitin.