Li Başûrê Rojhilat ji ber germa zêde gel li ser banî radizê. Razana ser banî îsal li Diyarbekirê bû sedema mirina 13 kesan.
Li herêmê kesên ku dixwazin hênik bibin, li ser banî û li ser textan radizên.
Her çend xewa li ser banî xweş be jî her sal gelek kes ji ser banî dikevin û hin jê birîndar dibin û hinek jê jî dimirin.
- Îsal 13 kes mirin
Li Diyarbekirê îsal 13 kes, par jî 23 kes ji ser banî ketin û mirin.
Di du salên dawiyê de jî li Diyarbekirê hezar 170, li Mêrdînê jî 307 kes ji ser banî ketin û birîndar bûn.
Serhekîmê Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Saît Alan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, kesên ku ji ser banî dikevin xwîn diçe ser mêjiyê wan, travmaya serî derbas dikin û rîska wan a felcê heye.
Alan got ku tedawiya milşikestin û pêşikestinê mimkûn e, lê ya travmaya serî û xwîna ku diçe ser mêjû zihmet e.
- "Em hînî xewa derva bûn"
Halîl Erkarê ku li Mêrdînê dijî got ku bi salan e ew li derve radizên.
Erkar got "Em hînî xewa derva bûn" û wiha pê de çû:
"Piştî ku li ser banî şîva xwe dixwin, em çayê didin ber xwe û bi xizmên xwe re sohbet dikin û pişt re radizên. Li aliyekî mala me Kela Mêrdînê heye, li aliyê din jî Beriya Mezopotamyayê heye."