İbrahim Atmaca
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2021
Li Guroymaka (Norşîn) navçeya Bidlîsê bahoz û bager rabû û çatiyên hin avahiyan firîn.
Li navçeyê ji ber bahoza ku ji duh va dewam dike, çatiya Lîseya Anadoluyê ya Guroymak û Dibistana Seretayî ya Mevlana xesar dîtin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mehmet Emîn Korkmaz û Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeya Norşînê Nazim Budak li dibistanên ku çatiya wan xesar dîtine, geriyan.
Korkmaz û Budak ji îdarekarên dibistanan agahî hildan û gotin çatiyên ku zirar dîtine, wê di dema herî nêz da werin temîrkirin.