Haydar Şahin
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
HATAY
Ebdilbasit Alsatufê 10 salî yê ku di êrîşa rejima Esed a li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê da bibû astegdar gihîşte nigên xwe yên protez.
Alsatufê ku ji vir 7 meh berê bi navbeykariya ÎHHya Wekfa Alîkariya Mirovahiyê ji bo tedawiyê anîbûn Tirkiyeyê gihîşte mirazê xwe.
Alsatufê ku di êrîşa ji hewayê ya li Sûriyeyê da herdu nigên xwe winda kiribû anîn navenda protez otezê ya li Reyhanliyê. Piştî kontrolê nigên protez avêtin bedena Alsatuf.
Hat ragihandin ku Alsatufê zarok gavên ewil ên bi nigên protezê va li navendê avêt û ew ê di nav çend rojan da bi rihetî pê bimeşe.
Ebdilbasit Alsatuf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku roja êrîşê tu carê ji bîr nake.
Alsatuf destnîşan kir ku wê rojê diya wî û xuşka wî di êrîşê da hatin kuştin û wiha got, "Ez wê dema ku min dît nigên min tunin tu carê ji bîr nakim. Bi bavê xwe ra hatim Tirkiyeyê. Li vê derê ÎHHyê alîkarî da me. Ez ê êdî bi rihetî birevim û bilîzim û bi tena serê xwe herim xwendingeha xwe, ji bo vê zehf kêfxweş im. Ez ji Tirkyeyê û ÎHHyê ra zehf sipas dikim."
Berpirsyarê Çapemeniyê yê Xebatên Sûriyeyê yê ÎHHyê Selîm Tosun jî got alîkarî dan Alsatufê ku dixist qêrîn û digot "Bavê min rake" û hat rovejê.
Tosun wiha axivî: "Saziya Beytul Zekatê ya Kuweytê guh da banga birayê me û mesrefa protezê temîn kir. Li navenda Komeleya Doxtoran a Navneteweyî jî me nigên birayê xwe avêtin bedena wî."