29 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Îlon 2016
DUHOK
Serokê Meclisa Navçeya Şingalê (Sîncar) Weyîs Naîf destnîşan kir ku zilm û tehdeya duhê rêxistina terorê DAEŞê li Êzdiyan dikir, îro rêxistina terorê PKK li wan dike û keç û jinên wan direvîne.
Naîf di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da hebûna PKKyê ya li Şingalê nirxand.
Naîf destnîşan kir ku rêxistina terorê PKKyê ji xelkê Şingalê 45 jinên êzdî revandin, ji bo armancên rêxistinê perwerde kirin û jixwe berê jî bi heman mebestê 550 kes xapandibûn û biribûn Qendîlê.
- "Tu ferqeke kiryarên PKKyê ji yên DAEŞê tune"
Naîf bal kişand ku tu ferqeke kiryarên PKKyê yên li Şingalê ji yên DAEŞê tune û wiha axivî, "Edet û rusûmatên xelkê Şingalê van kiryarên PKKyê qebûl nake. Rêxistina ku keç û jinên êzdiyan direvîne, bi tu awayî destûrê nade ku bi malbatên xwe ra pêwendiyê daynin. Êş û azara me ya ji destê DAEŞê, kuştina lawên me û rûxandina xaniyên me nebû. Zilma herî mezin a ku DAEŞê li me kir ew bû ku destdirêjiya namûsa keç û jinên me kirin. Vêga heman tiştî jî PKK dike."
Naîf diyar kir ku PKK seba herêma Şingalê talûkeyeke mezin e û wiha got, "PKK ji bo herêma me kêşeyek e. Hebûna PKKyê ji bo xelkê me xetere ye. Rêxistin divê aniha Şingalê biterikîne. Li vir me pêwîstî bi PKKyê nîne, li herêmê 8 hezar Pêşmerge heye."
- Rewşa îmara Şingalê û pêşniyaza Barzanî
Naîf bal kişand, her çend navçeya Şingalê ji DAEŞa rêxistina terorê hatibe rizgarkirin jî, hikûmeta Iraqê li wir xizmetê nake û wiha dewam kir: "Bexdayê ji budçeyên 2014, 2015 û 2016an ji bo îmara Şingalê tu parek veneqetand. DAEŞê Şingal xerab kir û divê Şingal cardin were îmarkirin."
Naîf diyar kir, ji ber ku xizmeta binesaziyê nehatiye kirin, gel venegeriya Şingalê û wiha dewam kir: "Her çend gelê Şingalê jiyana penaberan bijîn jî ji ber kêmasiya xizmetên li navçeyê, venagerin Şingalê. Vê gavê nêzî 70 malbatî vegeriyaye. Ji ber ku ev der hê herêma leşkerî ye, mirov ji bo vê yekê jî nazivirin. Ji ber ku di navbera aliyên siyasî da jî gengeşî heye, vegera Şingalê dijwar dibe."
Naîf destnîşan kir, ew pêşniyazên ji bo îmara Şingalê yên Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî baş dibînin û wiha dewam kir: "Serok Barzanî pêşniyaz dike ku Şingal cardin were avakirin. Ev di heman demê da biryara gelê Şingalê ye jî. Heke di nav gel da dengdayînek çêbibe, wê were fêmkirin ku şingalî bajarekî nû dixwazin."
Naîf diyar kir ku ew dixwazin Şingal wek fermî bi hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê va were girêdan û wiha dewam kir: "Kesên ku li dijî vê yekê ne, ew dixwazin ku felaketeke nû were serê gel."