05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
ÎZMIR
Waliyê Îzmirê Erol Ayyildiz der heqê êrîşa terorî de got ku "Daneyên ku heta niha hatine bidestxistin wekî PKKê tên nirxandin. Dema em li çalakiyê dinêrin û der heqê tesbîta nasnameyên kesan dikin nirxandineke wiha hat kirin."
Ayyildiz li ber derê avahiya Dadgehê ya li Bayrakliyê daxuyanî da rojnamevanan û got ku polêsên li ber derê dadgehê peywirdar xwestine ku li cihê kontrolê wesaîtekê bidin rawestandin û li ser vê yekê pevçûn derketiye.
Walî Ayyildiz qala wê yekê kir ku teroristên ketine pevçûnê dema reviyane bombe teqandine û wiha axivî: "Mixabin di pevçûnê de polêsek û xebatkarekî dadgehê şehîd ketin. Welatiyên me yên birîndar hene, 5 kes yên ku rewşa wan xedar e, lê bi giştî tên dermankirin. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike, şifaya xêrê bide nexweşên me û kesên ku dê bên dermankirin. Di encama baldarî û hewldana hêzên me yên ewlehiyê bi zayîateke gelekî biçûk, mixabin ku bi hewldan û xîreta hevalê me yê ku şehîd ket jî bêyî ku zayîateke mezin çêbe lê bi dilsotî em ji vê bûyerê derketin. Ji me hemûyan re derbasî be."
Walî Ayyildiz got ku "Terorist kuştî hatin bidestxistin" û wiha axivî: "Digel teroristên ku kuştî hatin bidestxistin 2 keleş û RPG 7, 8 fişengên vê çekê û 8 bombeyên destan hatin bidestxistin. Bi vî awayî hatine bidestxistin. Ev bûyer her çiqas dilê me bisojîne jî wiha jê xilasbûn bi saya bergiriyên ku hatibûn girtin, hewldanên hêzên me yên ewlehiyê yên ku bi awayekî fedakar, cefakar û şehadetê didin ber çavê xwe û wisa dixebitin çêbû."
- "Bi kontrol hat teqandin"
Ayyildiz bal kişand ji bo ku zirara terorê daxînin asta herî kêm divê bi seferberiyeke giştî tevbigerin û got ku "Kêliyekê beriya niha wesaîteke din hat tesbîtkirin ew jî bi kontrol hat teqandin. Tê texmînkirin ku ya teroristan e. Heval bêyî ku bikevin xetereyê teqandine û heke îhtimalek jî be ev xetere berteref kirin."
Ayyildiz qal kir ku hêzên ewlehiyê dijî her cure êrişên terorê amade ne û wiha axivî: "Daneyên ku heta niha hatine bidestxistin wekî PKK tên nirxandin. Dema em li çalakiyê dinêrin û der heqê tesbîta nasnameyên kesan dikin nirxandineke wiha hat kirin."
- "Bi saya baldariya polêsê ku şehîd ket"
Ayyildiz got ku jimara birîndaran dora 6-7an e û da zanîn ku her cure bergiriyên ewlehiyê hatin sitandin, bi saya baldariya polêsekî bûyereke mezin hat astengkirin û ew polês jî şehîd ket.
Ayyildiz di mijara gelo der heqê bûyerê de kesekî 3yemîn heye yan na de got ku lêkolîn berdewam dikin.
- Serdozger Dogru navê şehîdan eşkere kir
Serdozgerê Komarê yê Îzmirê Mustafa Dogru jî destnîşan kir ku midaxaleya polêsan pêş li bûyereke mezintir girtiye.
Dogru qal kir ku di lêpirsîna dane destpêkirin de wekîlekî serdozger û 3 dozgerên komarê hatine peywirdarkirin û got ku xebatkarê dadgehê Mûsa Canê ku di êrişê de şehîd ket ne mubaşir lê wek katip peywirdar bûye û polêsê şehîd Fethî Sekîn jî 8-10 sal in ku li ber derê dadgehê trafîk birêve dibir û xebatkarên dadgehê gelekî jê hez dikirin."
Serdozger Dogru der heqê rêxistina ku êriş kiriye de got ku "Niha ji bo vê zû ye."