Fatih Gazioğlu
31 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
ANKARA
Yuksel Kocamanê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ragihand, îdianameya der barê çalakiyên dema hewla derbeyê ya 15 Tîrmeha 2016an da bi destê FETOyê li Baregeha Esmanî ya Akinciyê hatin kirin temam bû û îdianame şandin dadgehê.
Kocamanê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê diyar kir ku di îdianameya li ser çalakiyên li Baregeha Akinciyê ya hewla derbeyê ya FETOyê ku ji 4 hezar û 658 rûpel û 570 klasorî pêk tê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Îsmaîl Kahramanê Serokê Meclisê, Bekir Bozdagê Wezîrê Dadê û parlementerên ku di bombebarana li ser Meslisê da mexdûr bibûn wek gilîdar cî digrin.
Kocaman diyar kir ku îdianameya çalakiyên Baregeha Akinciyê ya der barê hewla derbeya FETOyê da bombekirina Meclis, otopark û xaçerêya pireya nêzî Qesra Serokomariyê, Serokatiya Daîreya Tevgera Taybet, TURKSAT û Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê û birêvebirina çalakiyên teşebusa derbeyê ya li Baregeha Fermandariya Hêzên Hewayî û Baregeha Akinciyê di nav xwe da dihewîne.
Li gor îdianameyê der barê hewla derbeya FETOyê da di îdianameya li ser çalakiyên Baregeha Akinciyê da diyar kir ku 6 tumgeneral, 18 tuxgeneral, 22 albay, 26 yarbay, 33 serbaz, 56 sitvan, 62 ustegmen, 115 tegmen, 131 astsubay û çawuşekî pispor, bi tevahî 481 gumanbar hene.
Li gor îdianameya 6 gumanbarên wê rêvebirên sivîl, 4 kes jî gumanbarên sivîl in da gumanbarê sereke yê ewil serkêşê terorîst Fetullah Gulen, gumanbarê duyemîn Adîl Oksuz û gumanbarê sêyemîn jî Kemal Batmaz e.
Di îdianameya hewla derbeya FETOyê ya der heqê çalakiyên li Baregeha Akinciyê da balafirên ji Qeyserî, Diyarbekir, Încîrlika Edeneyê rabûn, derbekarên ji Fermandariya SAT a Stenbolê hatin û li Baregeha Akinciyê tevlî çalakiyên derbeyê bûn û bûyera fermandarên dijî derbeyê yên li Stenbolê ku ji hêla tîma MAK Konyayê hatin revandin û birin baregeha Akinciyê jî hene.
Di îdianameya de hat gotin ku Serokatiya Sererkaniyê fermandariyên Esman, Beja û Behrê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Lîwaya Alîkariya Mirovî, Fermandariya Hêzên Taybet, Fermandariya MEBSS û ji yekîneyên din ên eskerî hatin Baregeha Akinciyê ya navenda derbeyê bû jî cih girt.
Di îdianameya de ji bo 45 rêveberên rêxistina terorî her yekî 303 caran cezayê hepsê yê miebeta girankirî tê xwestin. Hat diyarkirin ku çalakiyên li Baregeha Akinciyê da şeva derbeyê 25 pîlot û balafirên F-16 bi kar anîn. Ji van 11 kesî fealiyetên bombekirinê anî cih, du pîlot li ser Stenbolê nizm firiyan û du pîlot jî hatin wezîfedarkirin ku balafira Serokomar bişopînin. 10 pîlotên din jî li ser Enqereyê ra nizm firiyan. Dîsa li gor îdianameyê di çalakiyên li Baregeha Akinciyê da Adîl Oksuzê gumanbarê duyemîn e, bernameya ByLock a mensûbên rêxistina ji bo ragihandinê çêkirine bi kar aniye û tevlî wî xanima gumanbar Aynur Oksuz, birayê wî Mehmet Oksuz û bûrayê wî Alî Samî Yildirim jî bernameya ByLockê bi kar anîne.