Eşber Ayaydın
18 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2022
Li Tirkiyeyê îxracata îsota hûrkirî ya ku di heyama rêbendan-îlonê da hat kirin gorî sala par ji sedî 3 zêde bû û bi bergîdana 6 milyon û 817 hezar dolarî hat kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berhev kir û di sala 2021î da ji Tirkiyeyê bi bergîdana 9 milyon û 222 hezar dolarî îsota hûrkirî hat îxrackirin.

Sala par di heyama rêbendan-îlonê da ji 2 hezar û 601 ton îsota hûrkirî 6 milyon û 602 hezar dolar dahat hat qezenckirin û di heman heyama îsal da jî 2 hezar û 954 ton îsota hûrkirî îxracî derveyê welêt hat kirin û jê 6 milyon û 817 hezar dolar hat qezenckirin. Îsota hûrkirî li gorî heman heyama par ji sedî 3 zêdetir hat firotin.
Di vê heyamê da îsota hûrkirî Almanya, Hollanda, Îngiltere, Iraq, Amerîka, Fransa, Rusya, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Çekya, Danîmarka, Malta, Tacikistan, Gîneya Ekvatorê, Kuba, Togo, Fas, Nîjer, Japonya û Gana jî tev ji 101 welatî ra hat şandin.
Di îxrackirina îsota hûrkirî da Almanya di rêza ewil da, Hollanda di rêza duyemîn û Îngiltere jî di rêza sêyemîn da cî girt.
Karsaz û eleqedarên îsota hûrkirî yên li Rihayê ne ji dahata ku bi navbeynkariya îsota hûrkirî tê bidestixtin razî ne û dibêjin ku ji bo çandiniyê wê bi kêr bê.