Rıdvan Korkulutaş,Metin Dere
18 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2022
Li Yedîsuya navçeya Bîngolê welatî Tekîn Aslan û jina wî Serfînaz Aslanê hingivê Bîngolê ya ku îşareta tescîlê ya erdnigariyê hildaye berhev dikin hingivê xwe difroşin 3 welatan.
Malbata xwedî 4 zarok li gundê Karapolatê dijî û bi salane debara xwe bi mozvanî û heywandariyê dike.
Tekîn Aslan 18 sal berê bi tena serê xwe dest bi mozvaniyê kir, lê paşê jina wî jî alîkariya wî kir û ew niha di Geliyê Yedîsuyuê da xwedî 90 kewaran e.
Zanîngeha Bîngolê serî li Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan dabû ku ji bo hingivê bajêr îşareta tescîlê ya erdnigariyê hilde ku di 7ê cotmehê da ev hat qebûlkirin.
Malbata Aslan jî salê tonek hingivê Bîngolê yê ku hatiye tescîlkirin berhev dike û bi destê kesên diçin dervayî welêt va difroşe Fransa, Almanya û Avusturyayê.

- "Piştgira min a herî xurt jina min e"
Tekîn Aslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew her sal hingivê xwe li Zanîngeha Bîngolê didin lêkolînkirin.
Aslan destnîşan kir ku ev erdnigariya niha ew lê ne ji bo mozvaniyê gelek girîng e lewra nebatên wek gonî û cehtiriyê û gelekên girîng ên din ser xwe dihewîne û wiha pê da çû: "Geliyê Yedîsuyê xwedî erdnigariyeke gelek xweş e. Tehma hingivê Bîngolê jî ji vê derê tê. Armanca min ewe ku ez ji hingivê Anzerê çêtir, hingiv bidim çêkirin. Ev hingivê organîk em difiroşin Awistralya, Fransa, Almanyayê û herî zêde xanima min piştgiriyê dide min. Ew him bi zarokan ra eleqedar dibe û him jî kar û barên malê dike û him jî alî min dike."

- "Li derveyê welêt jî êdî tê zanîn"
Aslan destnîşan kir ku hingivê wan êdî li derveyê welêt jî tê zanîn û ew ji kesên li xerîbiyê ne ra jî hingiv dişînin û wiha domand: "Nas û dostên me yên li xerîbiyê ne dema hingivê me tehm dikin ew jî dixwazin. Min ewilî di sala 2014an da hingiv şand Awisturyayê. Ji ber ku me etîket jî pêva kiribû hingivê me li derveyê welêt hat naskirin. Kesên li xerîbiyê ne hingivê me dan nasandin. Paşê ji Almanya û Fransayê jî xwestin. Kesên li tehma hingivê me mêze dikin ferqê derdixin û hertim ji deverên nû dixwazin. Herî dawîn ji Moskofê ji me hingiv xwestin."
- "Jin jî dikarin mozên hingiv xwedî bikin"
Serfînaz Aslanê jî got ku ew alî mêrê xwe dike û ragihand ku mêşvanî karekî zehmet e û ew debara xwe bi mêşvanî û heywandariyê dikin û wiha domand: "Divê bi baldarî mêşên hingiv bên xwedîkirin. Bi taybetî di meha dawîn da em gelek zehmetiyê dikişînin. Rojeke me bi wan ra diçe. Em hingivê xwe yê sirûştî ji her derê ra dişînin. Min 4 zarok da xwendin û 3 jê zanîngeh qedandin. Min him li zarokên xwe û mala xwe mêze kir û him jî mozên hingiv xwedî kir. Jin jî dikarin mozên hingiv xwedî bikin."