Ahmet Aydın
19 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Li Kercewsa navçeya Batmanê xebatkarên tendirustiyê di çarçoveya rênimayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de, bang li welatiyan kirin ku heke mecbûr nebin dernekevin derve.
Xebatkarên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê di çarçoveya rênimayên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê de bi pankartên ku li serê bi kurdî "Mala pîrê sitara pîrê" û bi Tirkî "Evinde Kal Gerçuş" (li mala xwe bimîne Kercews) nivîsandîbû, bangawaziya jimalderneketinê li welatiyan kirin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî agahdarî dabû ku heke mecbûrî nebe bila kes dernekeve derve.