Bîlgay Duman rewşa siyasî ya li Iraqê, xwepêşan û pevçûnên di heyama dawîn da çêbûn ji bo AA Analîzê nirxand.
***
Iraq hema bibêje heyama herî zehmet a salên dawîn dijî. Li ser hilbijartinên parlamentoyê yên di 10ê Cotmeha 2021ê da çêbûbûn ra 11 meh derbas bûn. Lê hê hikûmetek ava nebû û di ser da jî li welêt gavên şerê navxweyî hatin avêtin. Di hefteyên dawîn da alîgirên serokê Şiî Muqteda es Sedrê ku ji hilbijartinan serkeftî derket, lê ji ber ku li gor daxwaza wî hikûmetek ava nebû dev ji siyasetê berda xwepêşandan kirin û di navbera koman da pevçûn çêbû. Pevçûn zêdetir li der û dora Herêma Kesk a li Bexdayê ya ku saziyên dewletê û dîplomatîk lê ne çêbûn ku vê jî tehdîda pevçûnê ji asta sivîl derxiste asta rêvebiriyê. Pevçûn li Basrayê jî çêbûn û li Diwaniye, Wasit û Babilê jî xwepêşandan çêbûn, xwepêşandêran li ser avahiyên walîtiyê da gitin ku ev jî bû sedema gotegotên "derbeya sivîl."
Piştî pevçûnên rojekê dewam kirin 30 kes mirin û ji 500 kesî zêdetir însan jî birîndar bûn. Muqteda es-Sedr her çiqas daxuyand ku heta pevçûn bisekinin ew ê greva birçîbûnê bidomîne jî, pevçûnan dewam kir û ev jî balkêş bû. Di dawiya dawîn Sedr daxuyaniyeke çapemeniyê da û got alîgirên wî divê di nav saetekê da dev ji çalakiya xwe berdin, yên dev jê bernadin wê ji wî neyên qebûlkirin. Li gel vê dîsa got wî dev ji siyasetê berdaye û ev biryar ne ji ber sedemên siyasî, ji ber sedemên dînî hatiye dayîn, merciyê dînî ya li Necefê jî ji wî ra gotiye dîsa siyasetê bike. Li ser vê alîgirên Sedr ji kuçeyan vekişiyan.
Her çiqas piştî daxuyaniya Sed rewş hinekî aram bû jî meriv nikare bibêje bûyer bi tevahî xelas bûn û qeyran dawî bû. Lewra piştî ku li Bexdayê rewş aram bû, rojek şûn da li Basrayê di navbera hêzên milîs ên Seraya es-Selam a girêdayî Sedr û hêzên milîs Asaîb Ehlîl Heq ên girêdayî Qeys el-Xezalî da pevçûn çêbûn, 5 kes hatin kuştin. Li ser hesabên medyaya civakî yên nêzîkî Sedr hat hişyarî hat dayîn û hat gotin divê Xezalî milîsên xwe ji kuçeyan vekişîne. Berê jî alîgirên Sedr êrîşî buroyên Rêxistina Bedr û Asaîb Ehlîl Heqê kiribûn. Qeys el-Xezalî telîmat dabû ku buroyên Asaîb Ehlîl Heqê bila bên girtin. Lê buro her çiqas bên girtin jî hebûna komên milîs ji holê ranabe. Ev jî dibe fikar ku bûyerên ji hêla îstiqrara Iraqê va ne baş in dikarin dîsa çêbibin.
- Pêvajo çawa wiha bû?
Piştî hilbijartina ku di 10ê cotmeha 2021ê da hat kirin, Tevgera Sedr ya ku Muqteda es-Sedr pêşengiya wê dike 73 parlamenter şandin Parlamentoya Iraqê û di parlamentoyê da bû grûba herî mezin. Paşê ji bo ku li Iraqê seba guherîna bingehîn hikûmeteke piralî ava bibe, Tevgera Sedr dest bi xebatan kir. Tevgera Sedr Partiya Demokrat a Kurdistanê û Koalîsyona Serweriyê ya ku Mihemed Helbûsî pêşengiya wê dike û ji Erebên Sunî pêk tê, gîhande xwe. Paşê ji dêvla "hikûmeta yekîtiya neteweyî" seba avakirina "hikûmeta piralî ya neteweyî dest bi xebatan kiribû. Di hikûmeta piralî ya neteweyî da divê hemû pêkhateyên nîjadî, dînî û mezhebî tê da hebin, lê di hikûmeta yekîtiya neteweyî da grubên siyasî yên ku bi hilbijartinê ketine parlamentoyê hene. Lêbelê ji ber ku seba "hikûmeta piralî ya neteweyî" Sedr di parlamentoyê da têra avakirina hikûmetê alîgir nedîtin û serokomar nehat hilbijartin, ji pêvajoya avakirina hikûmetê vekişiyabû. Di vê pêvajoyê da tesîra ku Kurdan jî li ser namzedekî serokomariyê li hev nekir jî heye. Lewra ji 2003yan vir va her çend rêzikeke nivîskî tunebe jî li Iraqê serokomar ji Kurdan e, serokwezîr ji Şîeyan e û serokê parlamentoyê jî ji Suniyan e û teamuleke bi vî rengî çêbûye.
Li gor Qanûna Bingehîn a Iraqê heta ku serokomar neyê hilbijartin, ne pêkan e ku hikûmet were avakirin. Parlamentoya welêt ji 329 parlamenteran pêk tê û seba hilbijartina serokomar ji sê paran du par dengên parlamenteran hewce dike. Paşê jî serokomarê neqandî seba avakirina hikûmetê rayeyê dide gruba herî zêde a li parlamentoyê. Lêbelê ji ber ku hem Kurdan li ser namzedekî li hev nekir û hemû Sedr di parlamentoyê da têra xwe alîgir nedîtin, pêvajoya hilbijartina serokomar xitimî, paşê jî pêvajoya avakirina hikûmetê sekinîbû. Li ser vê Sedr ji siyaseta parlamentoyê vekişiya, parlamenterên Tevgera Sedr îstifa kiribûn. Sedr dû ra xwest ku bi rêya gelên ku derketin kuçe û kolanan siyasetê bi rê va bibe, lê ev jî bû sedem ku li Iraqê krîzeke mezin derkeve.
- Duserîtiya Şîeyan rû da
Ji ber ku Muqteda es-Sedr nexwest bi grubên Şîe yên din ra (bi taybetî yên nêzî Îranê) bixebite, di nava Şîeyan da cudabûneke cidî rû da. Pêkhateya siyasî ya grubên Şîe ya nêzî Îranê ku wekî Çarçoveya Kordînasyona Şîe tê binavkirin, wekî reqîbê Sedr derket meydanê. Piştî ku Sedr ji parlamentoyê vekişiya, vê pêkhateya siyasî dest avêt pêvajoya avakirina hikûmetê. Ev jî bû sedem ku mixalefeta civakî ya ku kuçe û kolanan a ku Sedr bi rê va dibe, tundtir bû. Lewra Sedr bi xwe nikaribû hikûmetê ava bike, nexwest ku aliyekî din jî hikûmetê ava bike.
Sedr ne tenê ev, gavên dikarin rêveberiya dewletê jî têk bibe avêtin. Alîgirên Sedr pêşiyê avêtin ser parlamentoyê, karûbarên parlamentoyê rawestandin û bi vî awayî xebitîna rayeya qanûnçêkirinê xitimadin. Pey ra li dijî Saziya Daraza Bilind a Iraqê jî midaxele hat kirin û daraz ket dirûvekî bêkêr. Herî dawî alîgirên Sedr ketin Qesra Serokomariyê ku ev jî li dijî rayeya birêvabirinê derbeyek bû. Heta Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî di daxuyaniyeke çapemeniyê da diyar kir ku ew di çarçoveya Madeya 81em a destûrê da dikare îstifa bike.
Li gorî Madeya 81em a Destûra Iraqê, gava meqama serokwezîriyê ji ber sedemekê vala bimîne, serokomar vê peywirê hildide ser xwe û di nava 15 rojan da namzedekî ji bo damezirandina hikûmetê peywirdar dike. Bi vî awayî dê dîsa berê xwe bidin parlamentoyê. Heger wiha bibe jî ji ber ku Sedr ji parlamentoyê vekişiya, divê peywira damezirana hikûmetê bo Çarçoveya Kordînasyonê ya Şîe ya ku bû koma herî mezin, were dayîn. Heger ev pêvajo were cîbicîkirin, emilandina çekan jî tevda, mumkin e ku Sedr dîsa rabe ser xwe û rê li pêvajoyê bigire. Ango gava îstifayê ya navborî jî dibe ku welêt têxe geremoleke din.
- Pêvajo ber bi ku diçe?
Li Iraqê îhtimala kirina hilbijartineke nû ya pêşwext her ku diçe qewîntir dibe. Lêbelê destpêkirina pêvajoya hilbijartina nû jî ne ew çend hêsan e. Di rewşeke wiha da nîqaş li ser Komîseriya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê hene. Dibe ku ev heyeta ku bi kirina hilbijartinê peywirdar e, were guhertin.
Ji xeynî van, senaryoyên ku mirov dikare bêje radîkal in jî tên nîqaşkirin. Di nava van senaryoyan da derbeya eskerî, midaxeleyeke dereke ya nû an jî cîbicîkirina pergaleke nû ya federal an jî konfederal hene. Li Iraqa ku li navenda Rojhilata Navîn e, bûyer û guherîneke berfireh, dê tesîr û encamên wê li ser welatên din ên Rojhilata Navîn jî çêbin.
[Bilgay Duman, Kordînatorê Xebatên Iraqê yên ORSAMê]
*Nêrînên di gotarê da yên nivîskar in, dibe ku ne li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê bin.
news_share_descriptionsubscription_contact


