23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
ANKARA
Ezmuna Derbasbûna Lîsansê (2017-DGS) ya ku mezûnên pêşlîsansê beşdar dîbin ku derbasî perwerdeya lîsansê bibin îro çêbû.
Ezmuna ku ji hêla OSYMyê va hat lidarxistin di saet 10.00an de dest pê kir û 140 deqîqe ajot.
Di DGSyê de 120 pirs ji namzetan hat pirsîn.
15 deqîqe beriya ku ezmun dest pê bike namzed ketin avahiyên ku ewê bikevin ezmûnê. Piştî saet 09.45an rayedaran destûr nedan ku namzed bikevin avahiyên ezmûnê.