Önder Beyter
05 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand, amadekariyên li ser Qanûna Pîşeya Mamostetiyê kuta bûn.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Perwerde bi demokrasiyê ra têkildar e. Heger hêviyeke mezin ji perwerdeyê hebe eşkere ye divê di hilbijartinên herêmî piştgiriyê bidin me."
Wezîr Ziya Selçuk: "Stratejiya hişê çêkirî ya wezareta me dê di nava mehekê da derkeve. Em der heqê vê stratejiyê da binesaziya dîjîtal amade dikin."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "(Dersxane) Xebateke me li ser wê yekê heye ka li dibistanên me meriv çawa dikare vê pêwîstiyê bîne cih, ev qediya. Der heqê xurtkirina qursên îlawe yên li dibistanên me da me nimûneyeke piralî derxist."
"Em ji bo hemû dersan tomargeha vîdeoyan amade dikin. Em mamosteyên jêhatî hildibijêrin û em ji wan dixwazin ku tevahiya salê naverokên heyî pêşkêş bikin."
"(Pirtûkxaneya Vîdeoyê ) Wê bê pere be, wê mobîl be, li ser televizyoneke IPyê an jî cihekî din senaryoyên vê hatin amadekirin. Ji bo ku perwerdeya navîn baştir bibe em li ser vê meseleyê dixebitin."
"(Emrê destpêkirina mektebê) Ji bo serjimara hevtatiyê ji hev veqetînin em ê sala bê 69 mehbûnê têxin rewacê."
"Me ji bo mala kesên ku qet neçûne dibistanê pakêtên pêşdibistanê amade kirin ku em çawa piştgiriyê bidin wan û pêvajo dewam dike."
"(Dersxaneyên dereqanûnî) Ev mijara hiqûqa ceza û îdareyê ye û wê bikevin ber teqîbatê."
"Piştî telîmata Birêz Serokomarê me ya ku ji bo me girîng ew e ku em hewcedariyên niha bi giştî baştir bikin."
"Xebata bi navê profîla dibistanê wê di 13ê adarê da were eşkerekirin û ji raya giştî ra danasîna wê dê were kirin."
"Bi peymanên me bi zanîngehan ra çê kir va em ê sertîfîkayan bidin mamosteyan. Tiştekî wisa tune ku mamosteyên me vala bimînin."
"(Profîla dibistanan) Dema dibêjin hemû dibistan rind in an jî nerind in, li gor çi rind an nerind in, em ê bingeha vê ya akademîk ava bikin."
"(Profîla dibistanê) Mebest ne ew e ku dibistan bi hev ra têkevin pêşbaziyê, tenê ji bo pêşketina wan e û ev were ferqkirin."