Haydar Şahin
05 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Serîlêdana Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) ya 2019an a ku bi destê Serokatiya Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) were kirin sibê bi dawî dibe.
Li ser hesabên medyaya civakî yên OSYMyê hişyarî dan kesên ku ew ê serî li YKSyê bixin.
Di peyamê da hat diyarkirin ku serîlêdana ji bo YKS-2019an li ser înternetê hetanî sibê saet 23.59an dewam dike û ji wê saetê şûnda heqê serîlêdanê xilas dibe.
Kesên ku di pola dawîn a lîseyan da perwerdeyê dibînin, kesên ku pola dawîn a lîseyê dubare dikin û yên ku lîse qedandine dikarn serî li YKS-2019ê bixin.