Muhammed Nuri Erdoğan
01 Gulan 2021•Rojanekirin: 01 Gulan 2021
Biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li ser avakirina hin fakulteyan û girtina hin dibistanên bilind, di Rojnameya Fermî da cih girt.
Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, li Zanîngeha Batmanê Fakulteya Hekîmtiya Diranan, li Zanîngeha Stenbolê Galatayê Fakulteya Zanyariyên Tenduristiyê, li Zanîngeha Tenduristî û Teknolojiyê ya Stenbolê Fakulteya Îqtîsadî, Îdarî û Zanyariyên Civakî, li Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmirê Fakulteya Hiqûqê, li Zanîngeha Mardîn Artukluyê Fakulteya Tibê, li Zanîngeha Mûş Alparslan Fakulteya Hekîmtiya Diranan, li Zanîngeha Nuh Yazici Yazganê Fakulteya Hiqûqê, li Zanîngeha Erzincan Bînalî Yildirim Fakulteya Zanyariyên Sporê, li Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan Fakulteya Zanyariyên Sporê û li Zanîngeha Zanyariyên Tenduristiyê Fakulteya Tibê ya Kayseriyê hat avakirin.
Li Zanîngeha Bînalî Yildirim û Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan dibistanên bilind ên perwerdeya bedenê û sporê jî hatin girtin.
Biryar li gor benda 30yemîn a pêvek a Qanûna Teşkîlatên Saziyên Hîndekariya Bilind a ku jimara wê 2809 e, hat dayîn.