Abdullah Tel
02 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2020
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (WPN) ji bo ezmûna navendî ya ku di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) û Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) da wê bên kirin daxuyanî da û ragihand ku xwendekar wê ji hemû mifredatê berpirs bin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe da ji bo ezmûnên navendî yên wek LGS û YKSê ragihand ku ji bo wan niha guherînek tuneye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku dema guherînek çêbibe wê haya xwendekaran jê çêbibe û di pêvajoya amadebûna ezmûnan da jî ji bo xwendekaran wê çavkanî bên temînkirin û hemû pêwîstiyên wan bên çareserkirin.