14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ŞIRNAK
Li Şirnex, Çataka navçeya Wanê, Ordu û Gîresûnê ji ber barîna berfê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li Şirnexê ji ber barîna berfê li navend û gundên bajêr dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, rayedaran dibistanên navendê û gundên bajêr rojekê tetîl kirin.
Hat ragihandin ku jinên ducanî û xebatkarên astengdar jî wê rojekê biizin bên qebûlkirin.
Li Çataka navçeya Wanê jî dibistan ji ber barîna berfê rojekê hatin tetîlkirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Salih Taş daxuyaniyek da û got wan ji be barîna berfê li navend û navçeyan dibistan rojekê tetîl kirin.
Ji aliyê din tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.
Li hin navçeyên Ordu û Gîresûnê jî ji ber barîna nerfê dibistan ji bo rojekê tetîl kirin.