11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
ANKARA
Kesên ku ketibûn ezmuna perwerdeya bilind a 2016-OSYSyê piştî eşkerebûna encaman ji bo di zanîngehekê da bixwînin tercîh kirin û encama tercîhan jî duh eşkere bû.
Xwendekarên ku di beşeka zanîngehekê da bi cih bûbûn wê sibê bikaribin ji ser înternetê qeyda xwe ya ku bi navê e-qeydê tê zanîn çêbikin. Xwendekarên ku ji ber dersekê hêj lîse neqedandine jî wê bikaribin qeyda xwe ya berwext çêbikin.
Li gor daxuyaniya ku YOKê weşand e-qeydên zanîngehan di navbera 12-16yê tebaxê da wê bên kirin.