Burcu Çalık Göçümlü
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2023
Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş daxuyand turên umreyê yên sala 2023-2024an wê di 15ê Tebaxê da dest pê bikin, ji ber vê kesên dixwazin wê bikaribin ji 10 Tîrmehê pê va qeyda xwe bikin.
Erbaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê turên umreyê yên sala 2023-2024an da van agahiyan da: "Heyama umreyê ya 2023-2024an bi serkêşiya Midûriya Giştî ya Xizmetên Hec û Umreyê ya Serokatiya Karên Diyanetê ji 15ê Tebaxa 2023yan pê va dest pê dike. Welatiyên me yên ku hesreta axa pîroz dikşînin wê bikaribin ji 10 Tîrmehê pê va qeyda xwe bikin. Ev rêwîtiya pîroz ya welatiyên me bi xêr qebûl bibe."