03 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
HAKKARÎ
Saadet Şena ku li Derecika Şemdinliya navçeya Hekariyê bi keça xwe ya mamoste ra dimîne, kêliyekê jî keça xwe bi tenê nahêle.
Emîne Şena ku xeyala wê ew bû bibe mamoste û di meha îlonê da hat tayînkirin ji diya xwe alîkariyeke mezin dibîne.
Saadet Şena ku keça wê ji Antalyayê tayîna wê derket Derecikê bi keça xwe ra dimîne û alîkariya wê dike.
Şena ku bi keça xwe ra dimîne di demeke kurt da jî hînî heyata li gund bû.
Saadet Şenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir gelek kêfxweş e ku keça wê bûye mamoste.
Şenê diyar kir ku heta ji dest tê alîkariya keça xwe dike û wiha got: "Ez û keça xwe hînî vir bûn. Kesên li vir zef baş in. Keça min dixwest bibe mamosteya gundan û ev xeyala wê çêbû. Ez jî ji Antalyayê hatim cem wê. Ez ê tim li cem wê bim."
Emîne Şena ku wek mamosteya polê hat tayînkirin jî diyar kir ku di meha îlonê da tayîn bûye û got ku tim dixwest li gundan bibe mamoste û wiha dewam kir: "Ez li vir bi diya xwe ra dimînim. Em jî ji vî gundî ne. Em diçin şîn û şahiyan. Em di nav hemû kar û barên gundiyan da cî digirin."