Haydar Şahin
20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 20 Hezîran 2020
Ziya Selçukê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî şîret li xwendekarên ew ê îro têkevin ezmûna Sîstema Derbasbûna Lîseyê (LGS) kir ku bira mesafeya civakî mihefeze bikin û wekî ku li malê ne jî bi rihetî pirsan bibersivînin.
Selçuk li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Rojbaş zarokên min. Çawa ku dema hûn li kuçeyan dilîzin bala xwe didin mesafeya civakî di ezmûnê da jî wisa bikin, çawa ku we li malê bi rihetî pirs dibersivandin di ezmûnê da jî bi heman rihetiyê pirsan bibersivînin. Ji bîr nekin hûn ji tiştên di ezmûnê da dikin zêdetir in. Ji we ra serkeftinê dixwazim. Rêya we vekirî be."