29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li Uludereya Şirnexê û Adakliya Bîngolê 14 stargehên rêxistina terorê hatin tespît kirin. Di operasyonê da gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin.
Sererkaniyê der barê bûyerên duh qewîmî de daxuyaniyek weşand.
Li gor vê li Bêtşebaba navçeya Şirnexê wesayîteke ku amadehiya êrîşa bibombe dikir hat îmhekirin. Li navçeya Uludereyê jî 2 şikeftên cuda de roketeke RPG-7 û muhîmatê wê, bîksiyek û 5 hezar fîşek hatin bidestxistin
Li Adakliya navçeya Bîngolê di 12 sitargehan de tivengeka Dragunov û 85 fîşek, 91 guleyên çeka biksîyê, 4 bombeyên bidest çêkirî, 190 kîlo amonyum nîtrat, 2 ton xurek û gelek melzemeyên muhtelîf hatin bidestxistin.
Li Şenyaylaya navçeya Muşê jî bombeyeke bidestçêkirî hat îmhekirin.