ANKARA
Serokwezîr Erdogan derheqê êrişên ku di dema hilbijartinên herêmî de li dijî wan hatin kirin bi bîrxist û got: "Bûyerên berî 30yê adarê qewimîn bi hêsanî nayên jibîrkirin û efûkirin."
Serokwezîr Erdogan: "Bûyerên berî 30yê adarê qewimîn bi hêsanî nayên jibîrkirin û efûkirin. Êrîşî dewletê hat kirin, êrîşî gel hat kirin, êrîşî serxwebûn û dahatûya me hat kirin. Efûkirin û jibîrakirin û lihevduhelalkirin qisûrê nenêrin lê ne hedê me ye. Hesabê vana dê were pirsîn."
Serokwezîr wiha pê de çû:
"Hevkariya Midûrê Giştî yê CHPyê ya bi rêxistina xayîn a dijminê Tirkiyeyê re kir, bawer bin em ji bîr bikin jî gel ji bîr nake û dîrok qet ji bîr nake. Serokê Giştî yê CHPyê li kolanên Ankarayê digeriya û bi tiliyan nîşana gurê boz dikir, ev qet nayê jibîrkirin."