WAN
Rêxistina terorî PKK par ji bo xerakirina îstiqrar, aştî û aramiya Tirkiyê li navendên bajaran çal kolan, bombe xistin malên xelkê û bi sed hezaran însan koçber kirin. Îsal jî li Rojhilat û Başûrê Rojhilat êrişî siyasetmedarên mixalifê xwe dike û wan dikuje.
Terorîstên PKKyî piştî hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an êrişên xwe yên li dijî siyasetmedaran zêde kirin. Rêxistina teorî jî di ser weşan û hesabên xwe yên li ser medyaya civakî re kesên mixalif hedef nîşan dan. PKK dixwaze tirsê li ser xelkê çêke û zexta xwe ya li ser civakê jî bi vî awayî zêdetir bike.
Bi sedan şikeft û hewîngehên ku PKKê wek spartgeh bi kar dianîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin îmhakirin. Di operasyonan de rêxistina terorî derbeyên mezin xwarin. Loma jî dixwaze wê hêza ku winda kiriye û zext û zoriyê bi dest bixe. Siyamedaran dikuje û hewl dide zextê li ser xelkê çêke.
PKKê ji bo vê gelek êrişên bombeyî li ser avahiyên partiyan çêkirin. Teqemenî li ser rêyan çandin, mamoste kuştin, siyasetmedarên li herêmê polîtîkayê dikin qetil kirin. Bi vî awayî jî dixwaze atmosfera aramî û aştiyê xera bike.
Rêxistina ku hetanî niha êrişî gelek siyasetmedaran kir, herî dawîn li Liceya Diyarbekirê Cîgirê Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Orhan Mercan û Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Navçeyê li Ozalpa Wanê Aydin Ahî kuştin.
- Hin êrişên terorî yên PKKyê li dijî siyasetmedaran
Li gor agahiyên ku peyamnêrê AAyê berhev kirin hin êrişên rêxistina terorî PKKyê li dijî siyasetvanan wiha ne:
- Li Yuksekovaya Hekariyê 29ê Hezîrana 2010an, endamên PKKyê bombeya destî avêtin balkona mala Serokê Şaxa Navçeyê ya AK Partiyê Ahmet Uçar ya li Taxa Eski Kişlayê. Di êrişê de kuştî çênebûn lê xisara maddî hat holê.
- Serokê Şaxa Navçeyê ya AK Partiyê ya Gurpinara Wanê Hayrullah Taniş (46) 2ê Tîrmeha 2012an li ber mala xwe ji aliyê 3 endamên çekdar ên PKKê ve hat revandin. Taniş 24ê Tebaxê serbest ma.
- Li Hekariyê Macit Tarhanê ku 2 heyaman Serokê Şaxa Hekariyê ya AK Partiyê kir, 3ê Îlona 2012an ji aliyê endamên PKKê ve hat revandin. Tarhan 5ê Çiriya Pêşîn serbest ma û Sînorê Xabûrê hat Tirkiyê.
- Li Wanê 5 kesên ji AK Partiyê ku xebatên hilbijartinê dimeşandin 16ê Adara 2014an rastî êrişa kevir û daran hatin. Camên wesayitên AK Partiyiyan hatin şikandin û yên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
- Endamên rêxistina terorî PKKyê, 17ê Nîsana 2014an li nêzîkî gundê Kurşunluyê yê Dicleya Diyarbekirê Şaredar Abit Dogruer jî di nav de 4 kes revandin. Ew kes 20ê Nîsanê hatin berdan.
- Li Liceya Diyarbekirê PKKê xwest endamên HUDA PARê Mikail û Alî Ayik birevînin, li ser vê gengeşî di nava wan û gundiyan de derket. Di encam de 3 kes birîndar bûn.
- Li navçeya Serêkaniya Ûrfayê 14ê Tîrmeha 2014an Şaredar Menderes Atilla rastî êrişê hat. Di êrişa PKKê de Atilla birîndar nebû lê şofêrê wî bi sivikî birîndar bû.
- Li Wanê endamê HUDA PARê esnaf Mehmet Latif Şener (66) rasî êrişa çekdarî hat û can da. Piştî êrişê 2 terorîstên PKKyî ku dixwestin birevin kadroya çiyê hatin girtin û 2 caran cezayê muebedê yê girankirî û 10 sal 6 meh cezayê hepsê xwarin.
- Serokê Şaxa Navçeya Karayaziyê ya AK Partiyê Servet Tutkun 5ê Hezîrana 2015an hat revandin, lêdan xwar û heman rojê hat berdan.
- Birayê Serokê Şaxa AK Partiyê li Îspira Erziromê Salih Zeki Çetinkaya, Şahîn Çetinkaya bi hevalekî xwe re li ser rêya Genca Bîngolê û Liceya Diyarbekirê 29ê Adara 2016an hatin girtin, herdu jî xelas bûn.
- Li navçeya Beytuşşebaba Şirnexê 13ê Tebaxa 2016an terorîstên PKKyî Serokê Baskê Gencan ê AK Partiyê Nacî Adiyaman kuştin.
- Li Şemzînana Hekariyê kurê serokê berê yê komeleya gundparêzan û endamê AK Partiyê Menderes Ozer, 1ê Îlona 2016an ji aliyê terorîstan ve hat revandin û kuştin.
- Li Bismila Diyarbekirê terorîstên PKKyî 240 kîlo teqemenî li mezargehê dê û birayê Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker bicih kirin.
- Namzedê rêza yekemîn ê AK Partiyê di hilbijartina 1ê Çiriya Paşîn a 2015an de li Hekariyê Ahmet Budak 14ê Îlona 2016an li li ber mala xwe hat kuştin.
- Cîgirê Serokê Şaxa AK Partiyê li Ozalpa Wanê Aydin Muştu, 9ê Çiriya Pêşîn li ber çavên zarokên xwe hat kuştin.
- Serokê Şaxa AK Partiyê li Dicleyê Deryan Aktert li dikana xwe 22ê Çiriya Pêşîn a 2016an ji aliyê terorîstên PKKyî hat kuştin.
- Endamên Encumena Şaredariya Ercîşê û Muxtar Şerif Dogu, 16ê Çiriya Pêşîn 2016an li ber mala xwe hat kuştin.
- Li Yuksekovaya Hekariyê Şaredarê Esendereyê yê ji AK Partiyê Tayfun Ayhan û birayê wî Murat Ayhan, 9ê Adarê rastî êrişê hatin û Murat Ayhan hat kuştin.
- Terorîstên PKKyî 15ê Nîsanê êrişî wesayita Serokê Şaxa Muradiyeyê ya AK Partiyî Îbrahîm Vanli kirin. Vanli xelas bû lê biraziyê wî şehîd bû.
- Terorîstên PKKyî 9ê Hezîranê li navçeya Qozlixê êrişî wesayita Şaredar Veysi Işik kirin lê mamoste Şenay Aybuke Yalçina li nêzîkî bûyerê şehîd ket. Kesek birîndar bû.
- 4 terorîstên PKKyê ku dixwestin êrişê siyasetmedarên AK Partiyê bikin 27ê Hezîranê li ser sînorê Sûriyê hatin girtin.
- Rêxistina terorî 30ê Hezîranê li Liceya Diyarbekirê Cîgirê Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Orhan Mercan kuşt.
- Herî dawîn jî do Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Navçeyê li Ozalpa Wanê Aydin Ahî kuştin.