02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Farûk Ozlu ji bo 50 hezar lire krediya KOBIyê ya bêfaîz a KOSGEBê got: "Tevahiya kesên ku par û îsal serlêdan kir bû 770 hezar û 976."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Farûk Ozlu bû mêvanê Maseya Edîtorên AAyê ye û rojevê nirxand.
Ozlu di civîna Maseya Edîtorên AAyê da cewaba pirsên edîtor û peyamnêran ên der barê rojevê de da, nirxandindan li ser geşedanên dawîn û xebatên wezaretê kir û der barê 50 hezar lire krediya KOBIyê ya bêfaîz a ku KOSGEB dide da jî got: "Tevahiya kesên ku par û îsal serlêdan kir bû 770 hezar û 976."
Ozlu der barê reforma TUBÎTAKêda jî destnîşan kir ku li ser modeleke nû dixebitin û wiha dewam kir: "Em modeleke ku mekanîzmayên biryarê leztir û pêvajoyê kurt dike, tînin. Di vê çarçoveyê da Lijneya Bilind a Zanist û Teknolojiyê heye, 21 endamên wê hene. Em vê lijneyê radikin. Em şûna vê Lijneya Îcrayê ya Zanist, Teknolojî û Sanayiyê ava dikin."
Wezîrê Ozlu der barê lêkolînên zanistî yên ku wezaret dixwaze li Antartîkayê bike da jî wiha pê da çû: "Em ê ciyekî li vê derê ava bikin û lêkolînên zanistî bikin. Em ê her dem li wê derê bimînin. Em jî niha li wê derê ne, em îdia dikin ku mafê me jî heye.
Avahiyên ku emê çêkin, dê li Tirkiyeyê bên çêkirin û paşê emê bi keştiyê bişînin wir. Armanca me ew e ku keştiyeke me hebe. Divê taybetiya cemedşikandinê ya keştiyê hebe, di envantera me da keştiyeke bi vî rengî tuneye. Belkî emê keştiyeke nû çêkin an jî emê kirê bikin."