21 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
DIYARBAKIR
Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hewselê yên hezaran salî yên ku Saziya Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) xist nav "Mîrateya Çandê ya Dinyayê" di bin siya terorê de man.
Di dîrokê de çendîn şaristanî li Diyarbekirê hatine avakirin, Diyarbekir ji aliyê dîrokê ve gelekî dewlemend e û bi çanda xwe ve balê dikşîne. Piştî ku Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hewselê yên ku wekî muzeyeke servekirî ne wek "Mîrateya Çandî ya Dinyayê" hatin tescîlkirin, Diyarbekir bêtir derket pêş.
Bi vê tescîlê Diyarbekir li Tirkiyeyê bû namzed ku bibe stêreke tûrîzmê û di tûrîzmê de hedef hat mezinkirin lê bûyerên terorê yên ku van demên dawîn diqewimin derbeyeke mezin li tûrîzmê xistin.
Bi atmosfera ewlehî û aramiyê ya ku bi Pêvajoya Çareseriyê hat pêkanîn di 2 salên dawîn de di jimara tûrîstên biyanî ji sedî 130 jimara tûrîstên herêmî jî ji sedî 35 zêde bû. Tûrîstên biyanî û yên herêmê yên plan dikirin ku bajêr ziyaret bikin ji ber çalakiyên PKKyê yên çekdarî rezervasyonên xwe betal dikin.
- "Em derbeyê li xwe bi xwe didin"
Serokê Weqfa Arîkar û Çandê ya Nasandina Diyarbekir (DÎTAV) Erhan Akalinlar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku tenê bi atmosfera bêpevçûniyê teşebûsên nasandin û tûrîzmê dikarin ser bikevin.
Akalinlar got ku atmosfera pevçûnê dê bandoreke neyînî li ser tevahiya Tirkiyeyê bike û wiha axivî: "Em hema bêje derbeyê li xwe bi xwe didin. Atmosfera pevçûnê bandorê li ser jiyana kar dike, bêkarî zêde dibe. Rêya aqil yek e. Ji ber wê jî em divê demildest rêya aştiyê tercîh bikin. Ez wisa difikirim ku bi inyadê tu tişt nayê bidestxistin."
- "Tûrîst çima jiyana xwe bixin xetereyê û biçin geştê"
Akalinlar got ku Pêvajoya Çareseriyê dan ber çavan û îsal hedefên tûrîzmê li gor wê diyarkirin û diyar kir ku di vê atmosferê de ne mimkûn e ku bigihêjin wan hedefan.
Akalinlar got ku tunebûna ewlehiya canê mirovan bandoreke gelekî neyînî li tûrîzmê dike û wiha axivî:
"Dema bûyer biqewimin tûrîst çima jiyana xwe bixin xetereyê û biçin geştê? Li dinyayê gelek cihên dîrokî hene. Ji bo ku cazîbeya me derkeve pêş û em bên tercîhkirin divê atmosfera aramiyê hebe. Atmosfera pevçûnî dê herêmê bi dehan sal paş ve bibe. "
Akalinlar pêşniyaz kir ku divê saziyên civakî yên sivîl bên bal hev û tehdeyê li aliyan bikin ku ji bo ku Pêvajoya Çarseriyê ji nû ve bidin destpêkirin pêngavan biavêjin û her kes di vê mijarê de çi dikeve ser milê wan divê bi cî bînin.
- "UNESCO xewna Diyarbekirê bû"
Akalinlar got ku di atmosfereke ku bûyerên terorê diqewimin de ne mimkûn e ku bajar bê nasandin û destnîşan kir ku herî baş kesên ku li herêmê digerin dikarin reklama bajêr bikin.
Akalinlar got ku "UNESCO xewna Diyarbekirê bû, niha pêk hat. Niha ji bo ku hin tişt biguherin divê pêngav bihatana avêtin lê destpêkirina atmosfereke wiha her tişt da rawestandin." û qal kir ku piştigiriyê didin ku demildest aştî pêk bê.
Akalinlar diyar kir di heyama ku ji bo nasandina bajêr bi hewl û xîreteke mezin xebat dikirin de bûyeran dest pê kir û wiha axivî: "Tam em di tûrîzmê de hatibûn merheleya pêşketinê bûyerên ku qewimîn per û baskên me şikandin. Çi ji destê me tê em dikin lê ew jî heta cihekî. Em di vê mijarê de bangî her kesî dikin ku çi dikeve ser milên wan bila bi cî bînin."
- "Atmosfera pevçûnê xeyalên me di siya xwe de hişt"
Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Herêma Diyarbekirê ya Yekîtiya Acenteyên Seyahatê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Abdulazîz Yatkin jî wiha axivî: "Biryara UNESCOyê xeyal bû, bû rastî. Me hêvî dikir ku jimara tûrîstan zêde bibe lê hêviyên me şikestin. Atmosfera pevçûnê xeyalên me di bin siya xwe de hişt."
- "Operatorên tûrê tûrên xwe yên ser herêmê betal kirin"
Yatkin got ku "Niha operatorên tûrê yên li derveyî welêt tûrên xwe yên ser herêmê betal kirine. Ji ber wê operator hewl didin ku alternatîfan bibînin. Ev ji bo me kêmasiyeke mezin e."
Yatkin da zanîn dixwazin ku herêm ne bi bûyerên neyînî bi sûrên xwe yên ku li dinyayê mînakên wan tunin û Baxçeyên Hewselê bên naskirin û diyar kir ku di vê mijarê de her kes çi ji destê wan bê divê bikin."
- "Ziyaretên ji bo geştê ji sedî 1ê kêmtir bûn"
Midûrê Giştî yê Otêla Diyarbekir Dedemanê Mustafa Eryilmaz jî got ku bûyerên ku van rojên dawîn diqewimin bandoreke neyînî li ser tûrîzmê kirin. Eryilmaz diyar kir ku ziyaretên kar û geştê yên li herêmê gelekî kêm bûn û wiha axivî: "Ji ber ku ewledar nîne ziyaretên kar ketin asta herî kêm. Ziyaretên ji bo geştê ji ji sedî 1ê kêmtir in."
- "Zêdebûn di tûrîzmê de çênebû, di bûyerên terorê de çêbû"
Eryilmaz got "Di rabirdûyê de bi dihol û zirneyê pêşwaziya 200-300 otobês kafîleyên tûrîstan dikirin lê îsal heta niha 3 otobês tenê kafîleyên tûrîstan li otêlê man. Heta bûyer dewam bikin dê ev rewş neguhere. Ji bo ku tûrîzm geş bibe hewceyî bi atmosfera aramî û aştiyê heye."
Eryilmaz qal kir ku bi Pêvajoya Çareseriyê li herêmê veberhênanên otêlan zêde bûn û got ku "Bi biryara UNESCOyê em li bendê bûn ku tûrîzm gelekî zêde bibe lê mixabin ku ne tûrîzm bûyerên terorê zêde bûn. Divê demildest ewlehî bê pêkanîn."