ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yıldız dema ku ber bi TBMMyê ve dihat daxuyanî da rojnamegeran û bersiva pirsên wan da.
Yildiz der heqê sewqiyata nefta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de destnîşan kir Tirkiye him nefta HKIyê û him jî hemû nefta ku ji Iraqê tê derxistin dê bigihîne bazarên dinyayê.
Li Iraqê gelek herêmên ku neft jê tê derxistin ji aliyê endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ve hatine dagirkirin û Yildiz jî ev yek bi bîr xist û destnîşan kir ku sedema bihabûna neftê ji ber dagirkirinan e û wiha dewam kir: "DÎŞIyê rafîneriya Beyciyê jî bi dest xist. Hindik be jî niha neft tê derxistin lê bi awayekî aşîkar tê dîtin ku derxistin li gelekî daketiye."
Ji Yildiz hat pirsîn "Gelo ew pereyê ku ji firotina neftê razandin Halkbankê gihîşt destê HKIyê û Iraqê?" Yildiz ji bo vê pirsê wiha bersiv da: "Bi firotina tankêrên din ve jî dê hin pereyên din bê. Em wek berê her gav bi awayekî aşîkar dibêjin ku ev pereyê ku ji firotina neftê tê, pereyê Iraqê ye. Kesên ku dê xêrê ji vî pereyê bibînin jî Hewlêr û Bexda ye, Iraq bi xwe ye."
Rojnamegerekî bi taybetî ceyran birînên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û protestoyên ku li hemberî wê tevgerê tên kirin ji Yildiz pirs kir. Yildiz jî got ku destpêkirina çalakiyên wiha û piştgiriya ku Demirtaş dide çalakvanan tiştekî rast nabîne û wiha pê de çû: "Li herêma Dijleyê rêjeya ceyrana winda û qaçax ji sedî 75-80ê ye. Ji sedî 10 bi tenê deynê xwe didin û lazim e ku hay ji van tiştan hebin. Em mecbûr in ku ji 77 milyon kesî re xizmetê bikin. Di hilberîna ceyranê de tu pirsgirêk tuneye. Lê lazim e ku em kesên deynê xwe didin û kesên ku deynê xwe yê ceyranê nadin wek hev nebînin û vê yekê jî bi raya giştî re parve bikin.
Yildiz diyar kir ku ev pergal dişibe hewzekê û divê barê kesên ku deynê xwe nadin li kesên ku deynê xwe didin neyê barkirin û wiha dewam kir: "Ew kesên ku bi qestî û bi şaşî pereyê ceyranê nadin divê teqez deynê xwe bidin. Em zanin ku him PKK û him jî hin kesên din ji wan re dibêjin heke hûn pere nedin dê çêtir be. Divê her kes wezîfeya xwe ya hemwelatîtiyê bi cih bîne."
Di rojên borî de hat gotin ku ji hatiniya nefta ku li herêmê tê derxistin qismekî divê bidin rêveberiya herêmî û ev yek jî ji Yildiz hat pirsîn. Wezîr Yildiz bertek nîşanî vê daxwazê de û got: "Ev yek ji bo me gotineke gelekî şaş û bi talûke ye. Çawa ku çar aliyê Tirkiyeyê ji çaya Rîzeyê, ji findiqê Behra Reş û ji tûrîzma Antalyayê îstifade dike ev yek jî tiştekî wisa ne. Roijhilat, rojava divê hemû welat xêrê jê bibîne. Namzedê Serokomariyê Selahattîn Demirtaş di dema namzediya xwe de diyar kir ku ew ê ji bo 77 milyon kesî hewl dide. Lê gotina wî ya ku dibêje em ji neftê parê dixwazin li gor min gelekî xelet e. Li herêmê heta niha bi qasî milyar dolarekî sermayedanîn hat kirin."