ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çû serdana Parlementerê Zonguldakê yê CHPê Mehmet Haberal û wezîrê berê Ali Riza Uzunerê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Başkentê tedawî dibin.
Kiliçdaroglu li wir bersiv da pirsên rojnamevanan û ji bo pakêta demokratîkbûnê wiha got: "Min beriya niha jî gotibû; li aliyekî Abdullah Ocalan li aliyekî Recep Tayyip Erdogan heye. Her du hevdîtin û bazariyan dikin."
Kiliçdaroglu îfade kir ku haya tu kesî ji naveroka bestekê tuneye û wiha pê de çû: "Bestekeke çawa ne, em nizanin. Tirkiye dê demokratîk bibe lê haya Tirkiyeyê ji naveroka bestekê tuneye. Em ferasetekî wiha ya demokrasiyê qebûl nakin. Heke besteka demokratîkbûnê be, divê bi raya giştî re bê parvekirin û serî li fikr û ramanên hemû kesan bê dayîn. Wisa xuya dike ku ew rûniştin, bazarî kirin û bestekek amade kirin."
Kiliçdaroglu wiha dewam kir: "Li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê astenga herî mezin qanûnên rejîma eskerî ya 12ê Îlonê ne. Heta ku ew qanûn neyên guherandin, li Tirkiyê tiştek serast nabe."