ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç beşdarî bernameya Îskele Sancakê ya Kanal 7yê bû û bersiv da pirsên der barê rojevê de. Arinç ji bo pakêta demokratîkbûnê diyar kir ku heta dawiya îlonê dê bê eşkerekirin.
Arinç destnîşan kir ku ji roja bûn îqtidar heta niha gavên demokratîkbûnê diavêjin û wiha dewam kir: "Hinek caran Dadgeha Mafên Mirovan ya Yekîtiya Ewropayê biryarekê dide, em jî li gor vê hin serastkirinan dikin. Hinek caran jî ji bo projeya me ya yekîtî û biratiya neteweyî hin serastkirin tên kirin. Yanî em her tim gavên demokratîkbûnê diavêjin."
Arinç ji bo pêvajiya çareseriyê jî bi bîr xist ku pêvajoyê dawiya meha kanunê dest pê kir û wiha pê de çû: "Helbet me ji bo pêvajoyê jî gelek tişt kirin lê pêvajo nebûya jî hin gavên pêwist yên demokratîkbûnê jixwe me dê avêtibana. Bila her kes bizane ku hemî ked û xebat ji bo Tirkiyeke demokratîk e."
Arinç anî zimên ku rêxistinê da zanîn paşvekişîn daye rawestandin û got: "Niha CHP radibe û dibêje ji ber ku rêxistinê ev daxuyanî da, hikûmet tirsiya û pakêta demokratîkbûnê amade kir. Ev tev derew in. AK Partî ji roja bû îqtidar heta niha ji bo demokratîkbûnê gavan diavêje. Jixwe her tişt ji bo mafên bingehîn yên gel tên kirin."
Arinç der barê îdiayên ku dibêjin pêvajo xitimî ye de jî wiha got: "Bi rastî ev karekî pir bitalûke bû. Divê yekî dest biavêta vê meseleyê. Jixwe koalîsyonên berê yên zeîf nedikarîn vî karî bikin. Ev meseleyeke mezin e û encax îqtidareke wekî AK Partiyê bihêz dikarî dest biavêje meseleyê. Niha ya tê kirin jî ev e."
Arinç ji bo perwerdeya zimanê dayikê jî got: "Zimanê dayikê wekî şîrê dayikê helal e. Birêz Kiliçdaroglu û Bahçelî li dijî vê tevgeriyan lê jixwe destûra bingehîn jî li dijî vê ye. Komîsyona Destûra Bingehîn jî di mijara 'hewa îro çend xweş e' de li hev hatiye. Ji aliyê din ve em wisa qebûl bikin ku di destûra bingehîn de guhertinên hewce hatin kirin û bi kurdî perwerde hat dayîn. Gelo ewqas mamoste hene ku perwerdeyê bidin? Pirtûkên matematîk, fîzîk, erdnîgarî, têkiliyên siyasî amade ne? Em di asta dîploma dayînê de ne? Bi ser de jî li dijî dersa bijarte ya kurdî jî derdikevin. Ev tev polîtiyên roj derbaskirinê ne."