ADIYAMAN
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi balafira 'ANA'yê di saet 15.20an de çû Adiyamanê. Waliyê Adiyamanê Mahmut Demirtaş li Balafirgeha Adiyamanê Serokwezîr Erdogan pêşwazî kir.
Ji bilî xanima Serokwezîr û keça wî, Wezîrê Darayiyê Mehmet Şimşek, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz û Alîkarê Serokwezîr Huseyîn Çelîk jî digel Serokwezîr çûn Adiyamanê.
Serokwezîr Erdogan Balafirgeha Adiyamanê vekir û got: "Balafirgeha nû li gor ya kevn ji sedî 23ê qatan mezintir e. Bi temamî 66 trilyon lê hat xerc kirin. Ji Adiyaman û hemî welatê me re pîroz be."
Paşê jî kurdêleya balafirgehê birîn û balafirgeh kete xizmetê.