Davutoglu dema ku pirsa gelo ev îxlalkirina sînorê ye an jî manewraya hilbijartinê ye jî wiha axivî: "Der barê hilbijartinan de tu fikar tuneye, ji bo mijara ewlekariyê ya hilbijartinê tu mesele tune. Di destê me de bi awayekî eşkere dane hene ku sînor hatiye binpêkirin. Lê ev bûyerana bi hilbijartinê ve girêdan bêfirasetî ye, xêrnexwazî ye. Ez hê zêde bibêjim, bi eşkere ev ji bo welêt ne dilsozi ye û îxanet e.
- Ji NATOyê piştgirî
Wezîr Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Der barê balafira Sûriyeyê de me bi nameyekê ve belgeyên ku hewce dikin şandin Konseya Ewlekariyê ya NYê, Lijneya Giştî ya NYê û NATOyê. Ji bo bûyera îxlalkirina sînor me agahiyên berfireh dan. Pişt re ez bi Sekreterê Giştî yê NATOyê re axivîm. Sekreterê Giştî yê NATOyê tifaq û piştgiriya hemû tifaqvanan îfade kir û got ku ew her tim piştgiriyê didin Tirkiyeyê."
- "Tirba Şah Silêyman"
Davutoglu ji bo Tirba Şah Silêyman jî wiha axivî: "Di rojên dawîn de der barê pirsgirêkên ewlekariyê yên Tirba Şah Silêyman de hêzên me yên bi çek tevdîr stendine. Ev bûyera dawîn jî dide nîşandan ku her tim dibe ku rîsk çêbibin. Wek dewlet divê em van rîskan hesab bikin û li ber bûyerên ku dibe ku biqewimin amade bibin."
Alîkarê Serokwezîr Emrullah İşler jî ji bo daxistina balafira Sûriyeyê wiha axivî: "Me di vê mijarê de him nîşanî Sûriyeyê da û him jî nîşanî hemû dinyayê da ku em çiqasî cidî ne."