ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derve Levent Gumrukçu li Wezareta Karên Derve civîna çapemeniyê li dar xist. Gumrukçu di civînê de mijara Kurdên Sûriyê jî bi lêv kir û got: "Kurdên Sûriyê ji bo ku beşdarî koalîsyona Sûriyê bibin demeke dirêj e ku di rojeva Tirkiyê de ye. Davutoglu ji bo vê mijarê par çû Hewlêrê. Daxwaza Tirkiyê jî ew e ku Kurdên Sûriyê beşdarî koalîsyona Sûriyê bibin. Him em him jî gelek neteweyên din dixwazin ku nûnertiya gelê Sûriyê bi tenê ji aliyê koalîsyonê ve bê kirin. Li gor me lazim e ku hemû gel û mûxalif di vê koalîsyonê de cih bigirin. Serokê PYDê piştî serdana xwe ya Tirkiyê li ser vê mijarê hin peyam da. Em ê jî ji bo Kurdên Sûriyê di Koalîsyona Sûriyê de cih bigirin, çi ji destê me bê em ê bikin.