ANTALYA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sergotûbêj Egemen Bagiş di daxuyaniya ku li balafirgeha Antalyayê kir de diyar kir ku Tirkiye meha remezanê gelek xweş, bi têr û tijî derbas kiriye.
Bagiş destnîşan kir ku li çar aliyê Tirkiyê welatiyan pêwîstiyên meha remezanê bi cih anîne û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku ev cejn ji bo pêşveçûn û dewlemendbûna Tirkiyê bibe wesîle. Xwedê alîkariya wan misilmanan bike ku ew ji ber şer û pevçûnan di vê meha remezanê de xweşî û aramiyê nedîtin.
Bagiş der barê biryarên doza Ergenekonê de jî got ku biryar hêj jî zelal nebûne. Bagiş dûpat kir ku Tirkiye dewleteke demokratîk e û bi hiqûqê bi rê ve diçe. Li Tirkiyê rêzikdanîn, rêvebirin û darizandin ji hev cuda ne. Dibe ku carinan biryar neyên ecibandin lê divê mirov rêzê nîşanî biryaran bide.
Bagiş derbeya sala 1960an mînak da û got: "Ez biryaran bi awayekî cuda şîrove dikim. Dema ku derbeya sala 1960î bihata darizandin muxtiraya sala 1970yî dê ya 80yî, 28ê sibatê û 27ê nîsanê neqewimiyana. Dema ku mirov vedigere û li rabirdûyê dinêre, dibîne ku Tirkiye di qada demokratîkbûn û pêşveçûnê de gelek gavên giring avêtine. Li gor min ecibandin û neecibandina biryaran li alîkî, li Tirkiyê cara ewil e ku teşebusa derbeyê hat darizandin."